PKK hê jî heye û têkoşîna xwe ya azadiya gelê Kurd dewam dike

Tekoşîna gelê Kurd û dostên xwe ya ji bo derxistina PKK’ê ji Lîsteya Terorê li welat û derveyî welat dewam dike. Herî dawî duh li Rojavayê Kurdistanê jî ji bo vê yekê kampanya hat destpêkirin. Belê welatên Ewropa û Amerîka çawa û çima PKK xistin nava lîsteya rêxistinên qedexekirî. Di vê derbarê de nûçeyeke me heye.

Partiya Karkerên Kurdistanê-PKK..

Ji roja hatiye damezrandin û heta niha, hertim bû armanca êrişan.

Bi taybet jî NATO û hevalbendên dewleta Tirk.

Ev derdor ji bo PKK’ê tine bikin a ji destê wan hat kirin.

Pêşengiya vê siyasetê jî hukûmeta Alman kir.

Pêşî, bi fermana serdozgeriya federal, sala 1987’an li dijî siyasetmedarên Kurd pêla girtin û cezakirinê dest pê kir.

Sala 1993’an beriya salvegera damezrandina PKK’ê bi rojekê, 26’ê Mijdarê biryara qedexekirina PKK’ê hat ragihandin.

Ev biryarar di demeke wisa de hate dayîn ku Tirkiye ji aliyê rêjîma Tansû Çîller ve dihate birêvebirin.

Çîller a ku li Kurdistanê fermana komkujiyên li dijî gelê Kurd dide, li Berlîn û Waşîngton jî ji bo terorîzekirina PKK’ê di nava hewldanan de bû.

Kurdên li Ewrûpayê li dijî vê rêjîma Çîller dest bi çalakiyan kirin.

Dewleta Alman wê demê mîna ku berdevkiya rêjîma Tirk bike, pêşî dest bi girtina Kurdan kir.

Bendewariya Berlînê ew e ku bi vê biryarê îradeya gelê Kurd bişkîne.

Lê hesabê wan lihev nekir.

Wê demê Kurd gav paşde neavêtin û di nava demeke kurt xwe birixistin kirin.

Vê yekê hişt ku Rêxistina Parastina Destûra Bingehîn li Almanyayê bêje,

“Qedexeya li ser PKK’ê bi kêr nehatiye.”

Bê guman wê demê Almanya û hevalbendên dewleta Tirk ên li nava NATO jî ji ya xwe nehatin xwarê.

10’ê Tebaxa 1998’an Amerîkayê PKK xiste nava lîsteya xwe ya terorê.

Sala 2002’an di wextekî de ku PKK’ê şerê li dijî dewleta Tirk rawestandibû, hêzên xwe ên gerîlla ji bi Bakurê Kurdistanê vedikşand, ji bo çareseriyê ji çiyê û Ewrûpayê komên aştiyê dişande Tirkiyê, Yekîtiya Ewrûpa bi biryareke sosret PKK’ê li “lîsteya terorê” zêde kir.

Hem biryara Amerîka û hem jî ya Yekîtiya Ewrûpayê li ser daxwazên dewleta Tirk hatin dayîn.

Ji dema biryara pêşî ya Almanya dayî, 29 sal derbas bûn.

Di vê pêvajoyê de tenê ji ber daxwaza dewleta Tirk, Cîhan, li hemberî kuştina Kurdan û talankirina Kurdistanê kerr û lal bû.

Lê dîsa jî di nava van 29 salan de, Gelê Kurd stûyê xwe netewand û her ku çû hêza xwe a rêxistinî zêde kir.

Û dereng be jî vê têkoşînê hişt ku hêzên ji terorîzekirina PKK’ê berpirsiyar li biryara xwe poşman bibin.

Weke encama têkoşîna huqûqî ya gelê Kurd û tevgera wî, Dîwana Edaletê ya Ewrûpayê eşkere kir ku di nava salên 2014 û 2017’an de hiştina PKK’ê li nava “lîsteya terorê” neheqî ye.

Dadgeha Belçîkayê jî cara pêşî sala 2016’an xebatên PKK’ê weke têkoşîna çekdarî binav kir û ev biryar da:

“Tişta PKK’ê dike ne sûcê terorê ye.”

Piştî biryarên dadgehên Luksembûrg û Brûkselê, li ser asta cîhanê daxwaza derxistina PKK’ê ji “lîsteya terorê” zêde bû.

Akademîsyen, rewşenbîr, xwediyên xelata Nobelê, nivîskar, sendîka, rojnamevan û hunermend jî di nav de bi mîlyonan kes beşdarî kampanya derxistina PKK’ê ji lîsteyê bûn

Back to top button