Zagros Hîwa mijara derxistina PKK’ê ji “Lîsta Terorê” dinirxîne

Endamê Komîteya Peywendiyên Derve ya KCK’ê Zagros Hîwa li ser girîngiya derxistina PKK’ê ji lîsteya terorê û encamên wê axivî. Zagros got: “Derxistina PKK’ê ji lîsteya terorê wê êş û azarên gelê Kurd bi dawî bike û rê li ber çareseriya pirsgirêka Kurd veke.”

Endamê Komîteya Peywendiyên Derve ya KCK’ê Zagros Hîwa li ser girîngiya derxistina PKK’ê ji lîsteya terorê û encamên wê ji ajansa Rojnews re nirxandin kir..

Zagros Hîwa anî ziman ku sedem îdeolojîk, siyasî û aborî xistina PKK’ê nava lîsteya terorê hene.

Zagros da znaîn ji ber PKK azadiya mirov dixwaze, parêzeriya azadiya jin dike û guh dide jîngehê ji lewre jî ew dewlet û sîstem jî vê yekê naxwazin û lewra PKK’ê weke terorîst nîşan didin.

Zagros Hîwa: Dewleta Tirk piştgirê DAIŞ’ê ye lê ji ber endama NATO’ye çav lê digrin

Zagros Hîwa işaret bi endamtiya Tirkiye ya NATO jî kir û wiha dewam kir:

“Ji ber Tirkiye hem endamê NATO’yê ye, hem jî weke welatekî Ewropa tê dîtin, lewma pêşengên modernîteya kapîtalîst PKK’ê weke terorîst dibînin.”

Zagros Hîwa: PKK’ê navnîşana têkoşîneke azadîxwaziyê ye û gelên cihanê jê hez dikin

Zagros Hîwa her wiha diyar kir ku PKK ji aliyê gelên cîhanê ve weke terorîst nayê dîtin û got:

“PKK navnîşana têkoşîneke azadîxwaziyê ye.

Niha rêveberiya Amerîka dibêje, PKK terorîste, lê PKK ne metirsiyekî ji bo leşkerekî Amerîkayê çêkiriye ne jî ji bo welatiyekî wan.

Çima PKK weke terorîst dibîne? Talîban ewqas leşkerên Amerîka kuştiye, lê li gel wê rûnişt û ewqas çek û tiştên Afganîstanê teslîmê Talîban kir.

Çima, ji ber berjewendiyê Amerîka vêya dixwaze. Berovajî dewleta Amerîkayê, gelê Amerîkayê ji PKK’ê hez dike..”

Zagros Hîwa: Dewleta Tirk 40 hezar DAIŞî derbasî herêmê kir û PKK’ê şerê wê kir

Li ser têkoşîna PKK’ê ya li dijî DAIŞ’ê jî Zagros Hîwa di dewama axaftina xwe de wiha got:

“Zêdeyî 6 hezar gerîlayên PKK’ê li Iraq û Sûriyê, li Başûr û Rojava di şerê dijî DAIŞ’ê de jiyana xwe feda kirin.

Ti aliyan biqasî PKK’ê li dijî DAIŞ’ê şer nekiriye.

Tirkiye rê ji DAIŞ’ê re vekir û 40 hezar çeteyên DAIŞ û Nusra di welatê xwere derbasê Iraq û Sûrî kir.

Tirkiye endamê NATO’yê ye û PKK’ê weke rêxistineke terorîst didin nîşan..”

Li ser encamên derketina PKK’ê ji lîsteya terorê jî Zagros Hîwa wiha got..

“Derketina PKK’ê ji lîsteya terorê, deriyê çareseriya demokratîk ji bo pirsgirêka Kurd vedike.

Derî ji bo jiyaneke azad û demokratîk ji bo gelê Kurd a li çar beşên Kurdistanê û derveyî Kurdistanê jî vedike.

Tê wê wateyê ku hemû êş û azarên ku Kurd li her derê dijîn, bi dawî bibe.”

Zagros Hîwa: Azadiya Rêber Ocalan û derxistina PKK’ê ji Lîsta Terorê ji hev cuda nîne

Endamê Komîteya Peywendiyên Derve ya KCK’ê Zagros Hîwa li ser azadiya fizîkî ya Rêber Ocalan jî ev yek anî ziman:

” Xebatên derxistina PKK’ê ji lîsteya terorê ji xebatên ji bo azadiya Rêber Apo cuda nîne.

PKK bi ricayan ji lîsteyê dernakeve, bi têkoşîn û xebateke xurt ji lîsteyê wê derkeve.”

Back to top button