PDK, namzetê xwe yê ji bo serokkomarîyê weke Hoşyar Zêbarî dîyar kir. Endamê berê yê tevgera Goran Dr. Îsmaîl Namiq, dibêje: ”Zêbarî bersûcê dizî û gendelîyê ye û nabe bibe namzet.”
Wek tê zanîn mafê serokkomarîya Iraqê, di zagonên Iraq ê de ji bo Kurdan hatîye dîyarkirin.
Û di nav Kurdan de jî ew maf ya YNK’ê ye.
Lê PDK’ e ji niha ve namzetê xwe weke Hoşyar Zêbarî dîyar kir.
DR. Îsmaîl Namiq: Hoşyar Zêbarî bersûcê dizî û gendeliyê ye û nabe bibe namzet
Dr. Îsmaîl Namiq, endamê berê yê civata giştî a Tevgera Goran têkildarî mijarê got: ”Hoşyar Zêbarî di warê gendelîyan de xwedî sûc e û nabe ku bibe namzet.”
Dr. Naniq dibêje: ”Ya rast ew e ku Hoşyar Zêbarî ne kesekî xwedî sicîlek paqij e. Ew yek ji rêvebirên referandûmê bû.
Bi eşkere daxwaza parçekirina Iraq ê dikir. Niha jî dibêje ez dilsozê Iraq ê me.”