Mihemed Arif Silêman ji ber ku Hêza Zêrevan a PDK’ê rexne kir hate revandin

Yek ji fermandarê pêşmergeyan Mihemed Arîf Silêman, ji ber ku hêza taybet Zêrevan a girêdayî PDK’ê rexne kiriye, hatîye revandin û aqûbeta wî ne dîyar e.

Derket holê, ji ber ku fermandarê pêşmereyan Mihemed Arif Silêman, ji bo hêza Zêrevan gotîye ”Hêzên taybet ên girêdayî ewlekarîya binemala Barzanî û PDK’ê ne” hatîye girtin.

Çalakvanê mafê mirovan Ayhan Seîd têkildarî mijarê dîyar kir ku roja Sêşemê dema diçe navenda hêzên Zêrevan a Gulî yê û şûnde agahî jê nehatîye girtin.

Kurê Mihemed Kavîn Mihemed jî li ser windabûna bavê xwe got: ”Piştî ku bavê min hêzên zêrevan rexne kir û şûnde winda bûye.”

2 ciwan ev 7 roj in di destê PDK’ê de ne

Li alîyê din. her du ciwanên ji gundê Dayla yê girêdayî Sîdekanê ku ji alîyê leşkerên Tirk ve hatibûn revandin û piştre radestî PDK’ê hatibûn kirin, hê jî girtîne.

Nayê zanîn ku rewşa her du ciwanan çîye û ti agahî ji wan nayê girtin.

Back to top button