Li Dêrazorê di êrişa çeteyên DAIŞ’ê de 5 leşkerên hikûmetê hatin kuştin

Li çolistana Dêrazorê, çeteyên DAIŞ’ê êrişî cihekî hikûmeta Şamê kirin û di êrişê 5 leşkerên hikûmetê hatin kuştin û 14 jî birîndar bûn.

Çavdêriya Sûriyê a Mafên Mirovan ragihand, çeteyên DAIŞ’ê êrişî nuqeteyên hêzên hikûmetê ên li çolista Elsalihê ya li Dêrazorê kirin.

Hat diyar kirin ku di encamê de 5 leşkerên hikûmetê hatin kuştin û 14 jî birîdar bû.

Li Ezazê ji ber teqînekê çeteyekî dewleta Tirk hate kuştin

Çavdêriya ragihand ku vê sibê li bajarê Ezazê ya ku di din serweriya çeteyên dewleta Tirk de ye teqînek rû da.

Hat gotin di encamê de çeteyekî dewleta Tirk, hate kuştin.

Li Dera di encama êrişekê de 4 sivîl birîndar bûn

Çavdêriyê ragihand ku li Derayê jî dema ku 4 sivîl li ser riya Eltaybîn derbas dibûn rastî êrişekê hatin.

Hat gotin di emcamê de her 4 sivîl birîndar bûn.

Li gorî çavdêriyê ji destpêka sala nû ve û heta niha li Dera 14 buyerên kuştinê pêk hatin.

Li Siwêdayê cenazeyê sivîlekî hate dîtin

Her wiha çavdêriyê da zanîn ku li Siwêdayê jî cenazeyê sivîlekî li ser rêya di navbera gundê Erîqa û Heran de hate dîtin.

Back to top button