Fermandariya giştî a YPG’ê fermandar Xebat Dêrik bi bîr anî

Fermandariya Giştî ya YPG’ê bi boneya salvegera 11. a şehadeta pêşeng û fermandar Xebat Dêrik daxuyaniyek da û ew bibîranî. Fermandariya YPG’ê got: “Fermandar Xebat bi damezirandina Yekîneyên Parastina Gel gavekî dîrokî avêt. Mîrateya ku şehîd Xebat û hemû şehîdan me ji me re hiştin bi qasî dehan şoreşa ye.”

14’ê Çile, salvegera 11. a şehadeta fermandarê YPG’ê Xebat Dêrik e ku di sala 2012’an de şehîd bû..

Fermandariya Giştî ya YPG’ê bi vê boneyê daxuyaniyek da..

Fermandariyê di daxuyaniya xwe de bal kişande li ser şexsiyet, têkoşîn û fedekarihya Fermandar Xebat Dêrik û wiha got,

Fermandariya giştî ya YPG’ê: Fermandar Xebat bi avakirina YPG’ê gaveke dîrokî avêt

“Ji destpêka mirovahiyê heta roja me ya îro di her avakirina welatekî ango destpêkirina şoreşekê de di nav wî gelî de mirovên xwedî cesaret, bi zane û xwedî taybetmendiyên pêşeng, derdikevin.

Di hemû şoreşan de û di nava şoreşa Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyê de jî mirovên xwedî cesaret, zana û xwedî taybetmendiyên pêşeng derketin.

Yek ji wan pêşengên şoreşa me Şehîd Xebat Dêrik e.

Di salên dûr û dirêj de ku tovên jiyaneke azad li vê derê hatibûn avêtin, sala 2011an şîn bû, mezin bû û belavê tevahî dinyayê bû.

Bi pêşengiya şehîd Xebat gel hat rêxistinkirin û li ser parastina deskeftiyên şoreşê hat perwerde kirin..

Gelê herêmê ku ji Kurd, Ereb, Suryan û ji pêkhateyên cûr bi cûr pêk tê, anîn gel hev.

Îro avabûyîna pergala demokratîk a gelan îspata wê ye.

Şervanên Şehîd Xebat ku ji hemû pêkhateyan bûn di heman çeperan de mil bi mil bûn.

Vê jî hişt ku berxwedaniya me bi ser bikeve..

Mîrateya ku şehîd Xebat û hemû şehîdên me ji me re hiştine bi qasî dehan şoreş çêbibe ye..”

Fermandariya giştî ya YPG’ê: Emê destketiyên şoreşê û şehîdan biparêzin

Fermandariya Giştî ya YPG’ê di dawiya daxuyaniya xwe de anî ziman ku Fermandar Xebat bi damezrandina Yekîneyên Parastina Gel gaveke dîrokî avêt û wiha got:

“Heval Xebat bi sekna xwe ya fermandartiyê şêwazê fedaîyane afirandibû. Ev bû wesîleya pêşxistina şervantiya bi dîsîplîn li dijî her cure paşverûtiya li Kurdistanê û Rojhilata Navîn..

Em wekî Fermandariya Giştî ya YPG’ê, di şexsê Şehîd Xebat Dêrik de û fedakariya deh hezar şehîdên me, soz didin ku mîrateya li Rojava û Bakur û Rohilatê Sûriyê û deskeftiyên bi dest xistine biparêzin. “

Back to top button