101 Roj in çalakî li Sêmalka didome lê PDK cenazeyên şehîdan nade

Çalakiya malbatên şehîdan a li deriyê Sêmalka di roja xwe ya 101’ê de bi serdanên girseyî dewam dike. Îro jî kesên ku beşdarî çalakiyê bûn diyar kirin wê heta girtina cenazeyên şehîdan çalakiya xwe bidomînin.

Îro şêniyên bajarê Qamişlo ji bo piştgirya malbatên şehîdan bikin beşdarî çalakiyê bûn.

Li ser navê şêniyê Qamişlo Efram Somî axivî û got: “Ji bo ku em cenazeyên şehîdên xwe bigirin, 101 roj in çalakiya me dewam dike.

“Xwesteka ji PDK’ê ew e ku cenazeyên şehîdên me radestî me bikin, li belê bi siyasetên xwe û girtina deriyan bersivê didin me.

Somî di dawiyê de diyar kir ku ew ê her li ser fikir û felsefeya rêber APO bimeşin û got: “Em wekî pêkhateyên Suryan em ê her li rex malbatên şehîdan bin da ku cenazeyên zarokên xwe werbigrin.”

Back to top button