Li Tebqayê ji bo şermezarkirina êrişan meşek hate lidarxistin

Çalakiyên gel ên li Bakur û Rojhialtê Sûriyê dijî êriş û terora dewleta Tirk ên li ser herêmê û hedefgirtina sivîlan dewam dikin. Li Tebqayê bi meşekê êriş hatin şermezarkirin. Rûspî û şêxeşîrên Tebqayê jî bang li gelê Sûrî kir ku li dijî siyaset û êrişên dewleta Tirk axa xwe biparêzin.

Li dijî êriş û terora dewleta Tirk ên li ser herêmê û bi taybetî li ser Kobanê bertek û nerazîbûnên gelên herêmê dewam dikin

Şêniyên bajarê Tebqa û gundewarên wê li dijî êrişan daketin qadan.

Bi hezaran kes, endamên saziyan, endamên partiyên siyasî û rûspiyên Tebqayê li pêşiya buroya Kombûna Jinên Zenûbya meşiyan.

Piştî meş veguherî mitîngê, hevserokê Meclisa Zagonsaz a Rêveberiya Sivîl a Tebqayê Hamid Ferec axivî û got, dagirkeriya tirk bi êrişên xwe nikare vîna gelê herêmê bişkîne û gel li dijî van êrişan dê li ber xwe bide.

Endamê Meclisa malbatên Şehîdan Mihemed Ereb jî axivî û diyar kir ew ê li dijî her êrişeke li ser herêmê li kêleka QSD’ê bin û axa xwe biparêzin.

Buroya Kombûna Zenûbya jî daxuyanî da û bang li civaka navnetewî hate kirin ku li dijî van êrişan gavên cidî biavêje.

Rûspiyên Tebqa: Em ê li hemberî êrişan xwe biparêzin

Şêxeşîr û rûspiyên Tebqayê jî bi daxuyaniyekê êrişên dagirkeriya dewleta Tirk li ser herêmê şermezar kir.

Bi dehan şêxşîr û rûspî li pêşiya Navenda Çand û Hunerê a li Tebqayê kom bûn û daxuyanî dan.

Di daxuyaniyê de teror û êrişên dewleta Tirk li dijî herêmê hat şermezarkirin û hate gotin gelê herêmê wê bi hemû hêza xwe li gel hêzên parastinê axa xwe biparêzin.

Rûspiyên Tebqayê di daxuyaniya xwe de bal kişand li ser girîngiya yekbûna gelê Sûrî dijî êriş û planên li ser herêmê, û bang li Sûriyên ku ketine xizmeta dewleta Tirk hat kirin ku ji vê yekê vegerin.

Di dawiyê de bang li gelê Sûrî hate kirin ku li dijî siyaseta dagirkeriya dewleta Tirk û êrişên wê axa xwe biparêzin.

Back to top button