Bi nêzîkbûna salvegera 17. a damezrandina Kongra Star pîrozbahî û çalakiyan despêkirine. Kongra Star, li Şehba, Sirîn, Çil Axa û Girkê Legê şahî li dar xistin. Di pîrozbahiyan de behsa têkoşîna jinan ya li bakur û rojhilatê Sûiryê hat kirin.
Kongra Star di sala 2005’an de hate damizrandin û ji tevahî jinan re bû mîrasa têkoşînê.
Bi boneya salvegera 17’emîn a demezrandina Kongra Star li hola Mîtan a Çand û Hunerê ya li navçeya Ehdas a Şehbayê şahiyek hat lidarxistin.
Di şahiyê de endama rêveber a Kongra Star Şêrîn Hesen salvegera damezrandina Kongra Star li hemû jinan pîroz kir û got: Bi saya jinên azad û têkoşer ên YJA-Star em Kongra Star kar û xebata xwe didin meşandin.
Şahî ji aliyê endamên Çand û Hunerê ya her du kantonên Şehba- Efrînê ve bi komên stran, Helbest û govendan û coşa jinan hate pîrozkirin.
Li bajarokên Sirîn û Çelebiyê bi şahiyekê hat pîrozkirin
Şêniyên navçeya Sirîn, endamên Kongra Star, saziyên navçeya Çelebiyê û bajarokê Bilik salvegera Kongra Star bi şahiyekê pîroz kirin.
Di şahiyê de endama Mala Jinan a Kongra Star a Sirînê Muna Ehmed axivî û got:
Ji ber Kongra Star sazî û dayika hembêzker e bi damezrandina wê re hemû reng temam bûn.
Li aliyekî din jî Hevseroka Şaredariya Qadiriyê Emel Mistefa erka Kongra Star bi bîr xist û wiha anî ziman:
Kongra Star di têkoşîna li dijî tundiyê de piştevanê yekemîn ê jinane, her wiha piştevanê têkbirina zihniyeta mêrdestiyê ye.
Şahî bi mûzîk û stranên folklorîk bi dawî bû.
Li navçeyên Girkê Legê û Çil Axa şahiyên pîrozbahiyê hatin lidarxistin
Bi tevlîbûna bi sedan endamên Kongra Star û nûnerên saziyên sivîl şahiyeke pîrozbahiyê li navçeya Girkê Legê hate lidarxistin.
Hevseroka meclisa PYD’ê a Girkê Legê Eyhan Murad di şahiyê de axivî û got, têkoşîna jinan li Bakuar û Rojhialtê Sûriyê bû sembola azadiya jinên cîhanê.
Endama rêveber a Meclisa Jin a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Narîşan Berekat jî axivî û salvegera damezrandina Kongra Star pîroz kir.
Li Çil Axa jî bi heman armancê şahiyeke pîrozbahiyê hate lidarxistin.
Endama rêveber a Kongreya Star Rîhan Debo di şahiyê de axivî û diyar kir ku jinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê gavên pir mezin ji bo azadiyê avêtine.
Her du şahî bi goved û stranan bi dawîbûn.