Welatiyên Hewlêrê: Ti pilanek PDK’ê ji bo pêşî girtina lehiyê nîne

Ji ber barana zêde li Hewlêrê careke din lehî rabû. Welatiyên ku ziyaneke mezin li wan bû gotin bi salane bi salane ti plan û projeyeke PDK’ê ji bo pêşîlêgirtina lêhiyê nine.

Careke din ji ber barîna barana zêde li Hewlêrê lehî rabû.

Gelek kolan û riyên sereke ên Hewlêrê di bin avê de man.

Li gelek taxên Hewlêrê xanî û dikan di bin avê de man.

Welatiyên li bazara Teyrawe diyar kirin ku her sala li vê taxê dema baran dibare lehî radibe û ji ber wê gelek ziyan dîtine.

Welatiyan dan zanîn ku heta niha ji bo pêşîgirtina lehiyê ti pilan an jî projeyên PDK’ê nînin.

Her wiha welatiyan gotin, ew ji vê sibehê ve li benda alîkariya saziyên peywendîdar in, lê hîn jî ti kes bi hewara wan ve nehatine.

Back to top button