Li Efrîn ,Bab ,Serê Kaniyê û Ezazê teqîn rû dan û xelk bû qurban

Îro li herêmên dagirkeriya Tirk ên bakurê Sûriyê rêzeteqîn pêk hatin. Li bajarê Efrînê yê dagirkirî teqînek li naverasta bajêr rû da. 

Vê êvarê li pêşiya navenda çeteyên bi navê Ceyş El-Îslam ku nêzîkî çerxerêya Kawayê hesinkar a berê teqîn çêbû.

Nihat zanîn ku çawa teqîn pêk hat. Lê qurbaniyên vê teqînê li gorî agahiyên destpêkê yek hat kuştin û 3 jî di nav de zarokek birîndar bûn.

Hemwextî teqîna bajarê Efrînê, li bajarê Babê pêşiya garajê teqînek rû da.

Di encama wê teqînê de jî kesek hat kuştin û du jî birîndar bûn.

Li bajarê Serê Kaniyê jî bombeyeke deng li taxa Meheta li naverasta bajêr teqiya.

Vê sibehê jî li bajarê Ezazê teqemeniyek bi erebeyeke çeteyan de teqiya. Kesek hat kuştin û 2 jî birîndar bûn.

Back to top button