Rêveberiya Xweser a herêma Cizîrê xebatên salekê bi civîneke berfireh li dar xist

Rêveberiya Xweser a herêma Cizîrê têkildarî xebatên xwe yên salane civînek li dar xist. 

Di civîneke berfireh de ku îro li navenda Meclisa Kantona Hesekê hate lidarxistin, rapora sala 2021’an a Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Cizîrê hate eşkerekirin.

Li gorî rapora salane ya Meclisa Rêveber a Herêma Cizîrê, bûdceya razemeniyê ya herêma Cizîrê ya sala 2021’an de gihaşt 5 milyon û 638 hezar dolarê amerîkî, bûdçeya giştî ya heman salê 94 milyar û 587 milyon û 150 hezar lîreyên sûrî bû.

Meclisa Rêveber ev bûdce ji bo projeyên xizmetguzariyê yên wekî şaredarî, tenduristî, perwerde, aborî û çandinî û kar û bar û malbatên şehîdan û saziyên din xerç kir.

Ji mijarên ku hatin rexnekirin, mekanîzmeya belavkirina nan, nebaşbûna kalîteya wê û kêmbûna wê, heman tişt ji bo madeyên sotemeniyê hatin rexnekirin, her wiha rexne ji ber pirsgirêkên xetên kanalîzasyonê û nebaşbûna rêyan hebûn.

Beşdaran xwestin ku têkildarî gendelî û xerçkirina pereyan çavdêr û muhasebekirin were aktîvkirin.

Bûdçeya 2022’an a Rêveberiya Xweser a Herêma Cizîrê 17 milyon û 920 hezar dolarên amerîkî ye.

Back to top button