Li Şehba bi armanca parastina çand û mîrateya herêmê çalakiyek li dar ket

Komîteya Lêkolîn û Parastina Mîrastan a Herêma Efrînê bi kordîneya Komîeya Çand û Hunerê ya Katona Şehbayê çalakiyeke çandî li dar xist.

Çalakî bi diruşma “Çîroka me mîrateya me ye” li hola Mîtan a navçeya Ehdasê ya kantona Şehbayê hate lidarxistin. Bi dehan endamên saziyên sivîl, rewşenbîr û nûnerên partiyên siyasî yên herêma Efrînê beşdarî çalakiyê bûn.

Hevserokê Meclisa Kantona Şehba Cuma Kalo axivî.

Cuma Kalo got: “Dewleta Tirk û çeteyên wê hewl didin çand û mîrateya herêmê qir bikin.

Êriş û komkujiyên ku li ser şêniyan û guhertina demgorafîk ku pêk tînin, nîşaneyên vê yekê ne.”

Endamê Komîteya Çand û Hunerê ya Kantona Şehbayê Mihemed Weysî helbestek li ser mîrat û çanda herêmê xwend.

Endamê Komîteya Çand û Hunerê ya Şehbayê Ehmed Selame çîrokeke li ser girîngiya hevgirtina li hemberî êrişên bi armanca qirkirina çandî got.

Paşê belgefîlmek li ser dîroka gundê Um El-Hoş û çanda wê hate pêşandan.

Çalakî bi stranên folklorî yên erebî û kurdî û gerandina govendan bi dawî bû.

Back to top button