Mela Elî El-Hesen: Erdogan misilmanan dikuje

Mela û rêveberê Saziya Kar û Barên Olî ya Helebê Elî El-Hesen anî ziman ku dewleta Tirk li herêmê sûcêb dijî mirovahiyê pêk tîne.

Elî El-Hesen got: ”Dewleta Tirk dia dike ku ew parêzvanê îslam û mislimanan e û ew bi xwe mislimanan dikuje.

Bombebarana mizgeftên bajarokê Zirgan û Til Temirê jî nîşaneya vê yekê ne. Erdogan bi van êrişên xwe dixwaze axa Sûriyê dagir bike.

Elî El-Hesen behsa êrişa li dijî Kobanê ku ji ber wê lingê zarokekî hat qutkirin jî kir û bi sûcekî dijî mirovahiyê bi nav kir.

30’ê Kanûna 2021’an dewleta Tirk Mizgefta Mezin a navçeya Zirganê kir, di encamê de kesekî ku li mizgeftê nimêj dikir, birîndar bû.

Back to top button