
Li gundê Qeremox ê Kobanê, leşkerekî hêzên hikumeta Şam bi guleya sekvanên artêşa Tirk hate kuştin.
Doh leşkerên artêşa Tirk gule berdan nuqteya hêzên hikumeta Şamê ya li gundê Qermox ê Kobanê yê li ser sînor.
Di encamê de leşkerekî hêzên hikumeta Şamê hate kuştin.
Li ANHA’yê, navê leşkerê hatiye kuştin, Celal Kemal e û ji parêzgeha Siwêdayê ye.