Emîne Osê: Ev şêwaz ne çarserî ye, tekane çareserî diyaloga siyasî ye

Hikumeta Şamê di bin bi navê lihevkirinê de dixwaze li hin deverên herêmê bi idîayên derew gel bixapîne û deshilatdariya xwe ferz bike.
Li dijî van hewldanên bibinketî, Emîne Osê cîgira hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser nirxandin kir. Emîne Osê dibêje “Ev yek nayê qebûkirin, ji ber bi rêya van lihevkirinan dixwaze fitne û tevliheviyê li herêmê biafirîne.” û bang li gelê Sûriyê kir ku bi lîstokên hikumeta Şamê neyên xapandin.
FILM

Dema dawî hikumeta Şamê li pey hin lîstok û hewldanên binketî ketiye.

Vê yekê jî hewl dide bi navê ‘çareserî û lihevkirinê’ pêk bîne.

Dema dawî hewl dide vê gava bikeftî li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, taybet li Dêrazor û Reqayê bi cih bîne.

Têkildarî mijarê Cîgira Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Emîne Osê ji ajansa Hawarê re axivî.

Emîne Osê anî ziman “Ev lihevkirinên hikumeta Şamê ku destpêkê li Dera, paşê li Dêrazorê û herî dawî li Reqayê pêk anîn, ne hewldaneke cidî ji bo çareserkirina krîza Sûriyê ne.”

Emîne Osê piştrast kir ku ev gava hikumeta Şamê nayê qebûkirin, ji ber bi rêya van lihevkirinan dixwaze fitne û tevliheviyê li herêmê biafirîne.

Her wiha tekez kir ku Hikumeta şamê bi van lîstokên xwe dixwaze projeya Rêveberiya Xweser têk bibe, di heman demê de ji berpirsyartiyên xwe yên çareserkirina aloziya Sûriyê bireve.

Emîne Osê anî ziman “Ev şêwazê bi navê lihevkirinê ne çareserî ye, tekane çareserî diyaloga siyasî ye.”

Emîne Osê: Divê gelê Sûriyê bi lîstokên hikumeta Şamê neyê xapandin

Her wiha eşkere kir ku hikumeta Şamê berjewendiyên gelên Sûriyê li ber çavan nedigirt û heger xema wê berjewendiyên gel bûye, şer û koçberiya bi milyonan xelkê Sûrî çênedibû.

Cîgira hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser bang li gelên herêmê kir ku bi van lîstokan neyên xapandin û got: “Armanc ji van lîstokên hikumeta Şamê, têkbirina projeya Rêveberiya Xweser e.”

Back to top button