Li Sêmalka 102 rojin malbat li benda cenazeyên şehîdan in

Creke din malabtên gerîlayên şehîd piştrastkirin ku ew ê çalakiya xwe heta wergirtina cenazeyan dewam bikin.

Çalakiya konvedanê ya malbatên gerîlayên şehîd li dergeha Sêmalkayê di roja 102’ê de dewam dike.

PDK’ê ya ku zarokên van malbatan şehîd xistine heya niha ne cenaze radest kirine, ne jî bersiv daye.

Xwişka şehîd Tolhildan Raman, Evîn Temir diyar kir ku kiryarên PDK’ê sûcên dewleta Tirk jî derbas kir.

Evîn Temir bang li gelê Başûrê Kurdistanê kir ku li hember sûcên PDK’ê bisekinin û piştgiriya çalakgeran bikin.

Birayê şehîd Serdem Cûdî, Newaf Îbrahîm jî piştrast kir ku dê çalakiya wan heta wergirtina cenazeyan li dar be.

Back to top button