Mamosteyên li Rojhilatê Kurdistan û Îranê daketin qadan

Îro dîsa mamosteyên gelek bajarên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê daketin qadan û daxwaza berdana mamosteyên girtî kirin.

Demek dirêj e ji ber bêedaletî û binpêkirinên mafên wan ji aliyê rejîma Îranê ve, mamoste li qadan in.

Çalakiyên mamosteyan jî li gelek bajarên Îran û Rojhilatê Kurdistanê pêk tên.

Herî dawî vê rejîma faşîst mamoste Zara Mihemedî li bajarê Sine ji ber ku zarok hînî Kurdî dikirin, girt û 5 sal ceza lê birî.

Mamoseyên li bajarên Sine, Kirmaşan, Lorêstan, Merîwan, Tehran, Şîraz, Esfehan, Bukan yên Rojhilatê Kurdistan îro careke din daketin qadan.

Mamosteyan di çalakiyên xwe de bang li desthilata Îranê kir ku mamosteyên girtine berdin.

Mamosteyan piştrast kir heta ew mafê perwerdeya zarokan, mafên mûçeyên mamosteyan bi dest nexin û rejîm girtina mamosteyan bi dawî neke ew ê li qadan bin.

Di xwepêşandan li Ehwazê de 3 mamoste hatin girtin

Di xwepêşanda li bajarê Ehwazê de, hêzên rejîma Îranê 3 mamoste girtin.

Hersê mamoste jî ev in:

Pîroz Namî, Mohsen Omranî û Mehmdud Malacî.

Back to top button