
Komîteya Lêkolîn û Parastina Mîratan a Herêma Efrînê bi kordîneya Komîeya Çand û Hunerê ya Katona Şehbayê çalakiyeke çandî li dar xist.
Çalakî doh bi diruşma “Çîroka me mîrateya me ye” li hola Mîtan a navçeya Ehdasê ya kantona Şehbayê hate lidarxistin. Bi dehan endamên saziyên sivîl, rewşenbîr û nûnerên partiyên siyasî yên herêma Efrînê beşdarî çalakiyê bûn.
Hevserokê Meclisa Kantona Şehba Cuma Kalo axivî.
Cuma Kalo got: “Dewleta Tirk û çeteyên wê hewl didin çand û mîrateya herêmê qir bikin.
Êriş û komkujiyên ku li ser şêniyan û guhertina demgorafîk ku pêk tînin, nîşaneyên vê yekê ne.”
Endamê Komîteya Çand û Hunerê ya Kantona Şehbayê Mihemed Weysî helbestek li ser mîrat û çanda herêmê xwend.
Endamê Komîteya Çand û Hunerê ya Şehbayê Ehmed Selame çîrokeke li ser girîngiya hevgirtina li hemberî êrişên bi armanca qirkirina çandî got.
Paşê belgefîlmek li ser dîroka gundê Um El-Hoş û çanda wê hate pêşandan.
Çalakî bi stranên folklorî yên erebî û kurdî û gerandina govendan bi dawî bû.