Sullivan: Di warê dîplomasî û aborî de em amade ne ceza li Rûsya bibirin

Ji bo Rûsya hefteya danûstandinên hişyarkirinê jî bi dawî bû. Li Cenev, Bruksel û Viyana jî ti encam derneketin. Şêwirmendê Ewlekariya Netewî yê Amerîka Sullivan careke din gef li Rûsya xwar û got: Di rewşa êrişek dagirkeriya li ser Ûkrayna de, ew di warê dîplomasî û aborî de ji pêkanîna cezayan re amade ne.

Piştî hevdîtinên navbera Waşîngton û Moskowa yên derbarê Ûkrayna de bêencam man, vê carê peyamên gefxwarinê tujtir bûn.

Şêwirmendê Ewlekariya Netewî yê Dewletên Yekbûyî yê Amerîka (DYA) Jake Sullivan di civîna xwe ya çapemeniyê ya rojane ya li Koşka Spî de, hevdîtinên li gel Rûsya yên derbarê Ûkrayna ku li Cenev, Bruksel û Viyanayê nirxand.

Jake Sullivan diyar kir ku di hevdîtinên DYA û Rûsyayê de fikarên xwe anîne ziman û got:

Me qadên ku pêşketin lê çênebin jî bi zelalî anîne ziman.

Hevpeyivîn ji dil û raste rast bûn.

Axaftinên bikêr bûn.

Van hevdîtinan derfetek da, em û Rûsyayê li ser bifikirin.

Sullivan da zanîn ku têkildarî şêwazê danûstandinên piştî hevdîtinê ku wê bi hevalbendên xwere pêk bînin û ev tişt anî ziman:

Em ji dîplomasiya ku ewlehî û aramiya Ewropa-Atlantîkê baştir bike re amade ne..

Eger Rûsya rêyeke din hilbijêre jî em dîsan amade ne da ku bersivê bidin.

Em bi hevkarên xwe re li ser egeriya êrişek Rûsya bo Ûkrayna jî di warê cezayên aborî de dixebitin.

Sullivan: Hîna metirsiyek zêde ya dagirkeriyê heye

Şêwirmendê Ewlekariya Netewî yê DYA bal kişand ser wê yekê ku Amerîka piştgiriya xwe ya ji bo yekparbûna xak û serweriya Ûkraynayê didomîne û got, “Me bi zelalî ji Rûsyayê re mesref û encamên destwerdana leşkerî vegot.”

Jake Sullivan îşaret bi wê yekê jî kir ku ji bo dewamiya danûstandinên bi Rûsyayê re dîrokek nû nehatiye diyarkirin û anî ziman ku wê pêwendiyên wî ligel hevpeyman û Rûsya dewam bin.

Sullivan destnîşan kir ku îstîxbarata Amerîkayê der barê êrîşa Rûsyayê ya li ser Ûkraynayê de hîna negihiştiye encameke teqez.

Li aliyê din Rûsyayê bi deh hezaran leşker li ser sînor bi cih kiriye û metirsiya dagirkirinê “zêde ye”.

Back to top button