WHO: Li parzemîna Afrîka milyarek kesî derziya yekm jî bikar ne aniye

Ji roja derziya li dijî vîrosa Corona hatî dîtin û heta niha, bêedaletiya li cîhanê bi awayekî zelal li ber çava ye. Welatên dewlemend qonaxên 1,2,3 yên derzîkirinê pêk tînin û welatên hejar jî tenê temaşe dikin. Rêveberê Giştî yê Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê Ghebreyesusê got, Niha nêzî 1 milyar kes li parzemîna Afrîka derziya yekm jî bikar ne aniye. Heta ev valatiya di navberê de neyê bidawîkirin, wê nekarin pêşî li vîrosê bigrin.

Bê edaletiya di derzîkirina li dijî vîrûsê corona de, dibe sedema derketina variantên nû yên Covid-19.

Rêveberê Giştî yê Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê Tedros Adhanom Ghebreyesusê di vekirina civîna dehemîn a Komîteya Lezgîn a Covid-19 ya Rêziknameya Tenduristiyê ya Navneteweyî (IHR) de axivî.

Ghebreyesusê bal kişand ser newekhevî û bêedaletiya gerdûnî ya di derzîkirina li dijî Covid-19’ê.

Ghebreyesus diyar kir ku astengiyên wekî neteweperestiya derziyê, siyasîkirina nexweşiyê û berjewendiya xwe ya demkurt dibe sedema belavbûna vîrûsê û wiha got:

“Di encamê de gelek welat nikaribin bigihîjin derzî û asta tê xwestin.”

Ghebreyesus dazanîn ku heta niha zêdeyî 9,4 milyar derziyên li dijî vîrosê hatin bikaranîn û ev tişt anî ziman:

90 welatî heta dawiya sala borî negihiştine armanca xwe ya ji sedî 40 derzîlêdanê.

Ji van, 36 welat heta niha ji sedî 10 yê nifûsa xwe derzî nekirine.

Ghebreyesus diyar kir ku ji parzemîna Afîrka derziya yekem a dijî vîrûsê ji sedî 85 nehatiye bikaranîn.

Ev ji dike 1 milyar mirvo yên li parzemînê.

Ger em nikaribin vê valahiyê bigirin, wê demê wê nekarin dawî li vîrûsê bênin.

Ghebreyesus bi bîr xist ku wan di Îlona 2021’an de, Koma Şêwirmendiya Teknîkî ya Pêkhatina Derzîlêdana Covid-19 ya WHO (TAG-CO-VAC) ava kir.

Di daxuyaniya ku vê hefteyê ji aliyê komê ve hat dayîn de, Ghebreyesus diyar kir ku pêdivî bi derziyên nû yên Kovîd-19 heye ku bandorek zêdetir li pêşîgirtin û belavbûna vîrûsê bigre.

Ghebreyesus destnîşan kir ku her çend derziyên Covid-19 yên heyî di pêşîgirtina nexweşiyên giran û mirinan de pir bibandor bin jî, ew nikarin bi tevahî pêşî li belavbûnê bigirin.

Back to top button