Li Berazîlya ji ber şemitîna axê 2 avahî hilweşiyan

Li eyaleta Minas Geraîs a Brezîlyayê ji ber şimitîna axê 2 avahî hilweşiyan. Rayadaran diyar kirin ku ti ziyanên canî pêk ne hatiye.

Li eyaleta Mînas Geraîs a Brezîlyayê ku di rojên dawî de ji ber barana zêde gelek felaket rû dabûn erdhejê rû da.

Li bajarê Ouro Preto yê eyaleta Mînas Geraîs a li ser girekî ye, ji ber şemitîna axê 2 avaniyên dîrokî di bin erdê de man.

Di daxuyaniya ku ji aliyê îtfaiyeya eyaleta Minas Geraisê ve hat dayîn de hat ragihandin ku di dema bûyerê de kes li avahiyê nebûn.

Ji ber vê yekê ti ziyanên canî çênebûn.

Li eyaleta Mînas Geraîs a li başûr-rojhilatê welêt ji Cotmeha sala par ve ji ber barana zêde a li 138 gundan, rewşa awarte hat îlankirin.

Her wiha 19 kesan jî jiyana xwe jid est dan.

Back to top button