FBI Lîderê Rastgiran Rhodes binçav kir

Doza êrişa li dijî avahiya Kongreya DYA tevî salek derbas bûye jî hîna encam negirtiye. Lê di vî warî de, pêşketinên nû çêbûn. Buroya Lêpirsîna Federal FBI ragihand ku wan tevî Steward Rhodes yê ku weke pêşengê komên rastgir tê naskirin 11 kes binçav kirine. Ji niha de xuyaye ku ev yek wê careke din bibe sedema nakokiya navbera Demokrat û Komarparêzan.

6’ê Çileya 2021’an dema ku li avahiya Kongreyê piştrastkirina encama hilbijartina 3 Mijdara 2020’an dihat niqaşkirin de, komên rastgir û alîgirên serokê berê yê Donald Trump, avêtin ser avahiya Kongreyê.

Di serdegirtinê de 1 jê polîs 5 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Serokê berê Trump, ku ji ber sorkirina alîgirên xwe ya di serdegirtina avahiyê dihat darizandin, Sibata 2021’an di dengdana Senatoyê de beraat kiribû.

Demokratên li Meclisa Nûneran li gel îtîrazên Komarîyan lijneyek ava kirin û li ser bûyerê dest bi lêkolînê kirin.

Komîteyê ji bo îfadedayînê bang li gelek kesên nêzî Trump kir û Şêwirmendê berê yê Trump Steve Bannon û Sekreterê berê yê Taybet Mark Meadows ku van bangawaziyan pêk neanîn, bi “heqareta li Kongreyê” hatin sûcdarkirin.

Wezareta Dadê ya DYA ragihand ku şandeya dadgehê duh li Dadgeha Federal a Washington DC, 11 kes ku di nav wan de Steward Rhodes’ê 56 salî jî heye, bi sûcdariya “komploya teşwîqkirina serhildanê” sûcdar kir.

Burûya Lêpirsîna Federal (FBI) jî teqez kir ku îro tevî Rhodes, Edward Vallejo yê 63 salî jî li bajarê Phoenix ê eyaleta Arizonayê hat binçavkirin.

Li gorî qanûnên DYA kesên ku bi sûcê “tevlîhevkirina serhildanê” tên sûcdarkirin, ji bo wan heta 20 sal cezayê girtîgehê tê xwestin.

Her çend Rhodes di 6’ê Çile de neket avahiya Kongreyê jî, ew bi rêvebirina serdegirtina ku bi hezaran beşdar bûn tê sûcdarkirin.

Ew di heman demê de kesê herî payebilind e ku heya niha di dozê de hatî girtin.

Tê payîn ku ev girtin bibe sedema aloziyê di navbera Demokrat û Komarîyan de.

Back to top button