Partiya Sûriya Pêşerojê: Armanc ji şehîdxistina her du endamên me têkbirina projeya me ya netewî û demokratîk e

Partiya Sûriya Pêşerojê şehîdxisitna 2 endamên xwe li Babê şermezar kir. Partiyê got: “armanc ji hedefgiritna endamên me têkbirina projeya partiya me ya neteweyî ye.”

Di 12`ê Çileyê de 2 endamên Partiya Sûriya Pêşerojê yên bi navê Zekeriye El-Cebar û Yeşar El-Hac Bekir ên ji Babê bi destê kesên nenas ve hatin kuştin.

Partiya Sûriya Pêşerojê a şaxê Babê, têkildarî vê yekê li pêşiya avahiya partiyê ya li navçeya Erîme ya bajarê Babê daxuyanî da.

Di daxuyaniyê de hate gotin: ” Piştî serketina projeya demokratîk a li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, ev proje li cîhanê bû mînaka demokrasiyê.

Gelek alî û hêzên mêtinger ji ber vê serkeftinê ne rehet in û hewl didin vê projeyê tune bikin.”

Di daxuyaniyê de hate gotin gelek endamên partiyê hatin hedefgirtin û hîna jî hedefgirtina wan berdewam e,

û armanc jê têkbirina projeya neteweyî ya partiyê ya ku hewl dide Sûriyeke demokratîk ava bike.

Di daxuyaniyê de partiyê şehîdxitina her du endamên xwe şermezar kir û soza şopandina rêya şehîdên azadiyê û avakirina Sûriyeke demokratîk a pirreng dubare kir.

Back to top button