Dewleta Tirk û çeteyên wê êrişî bendava Şehbayê kirin

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên bê navber êrişî herêmê dikin. Di êrişa dagirkeran de leşkerekî hikûmeta Şamê li Kobanê birîndar bû û dagirkeran bendava şehbayê da ber topan.

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê îro careke din êrişî herêma Şehbayê kirin. Dagirkeran di seatên nîvro de bendava Şehbayê bombebaran kir.

Di êrişên li ser gundê Koran ê Kobanê de leşkerekî hikûmata Şamê birîndar bû

Li aliyekî din dagirkeran îro dîsa êrişî gundê Koran yê li rojhilatê Kobanê kirin.

Di êrişê de leşkerekî hikûmeta Şamê birîndar bû.

Her wiha dronên dewleta Tirk li ser Kobanê û balafirên şer ku nehat zanîn yên kî ne li ser navçeya Sirînê geriyan.

Back to top button