Kongra Star: Ji bo parastina mafê zarok, me komînên zarokan birêxistin kirine

Komîteya Civakî ya Kongra Star ji bo parastin û perwerdekirina jinan gelek gavên mezin diavêje. Berdevka Komîteya Civakî ya Kongra Star Gulistan Elî dibêje, ew ê di sala nû de ji bo jin û zarokan projeyên nû ava bikin.

Kongra Star warê rêxistinkirina jinan nava civakê de rolên mezin dilîze.

Yek ji komîteyên Kongra Star ku yekser bi civakê re eleqdar dibe, ew jî Komîteya Civakî ye.

Ev komîte ji zarokan bigre heta jinan perwerde û zana dike.

Her wiha erkdare, her malbatekê demokrat bike û pirsgirêkên wan çareser bike.

Têkildarî xebat, girîngî û rola komîteyê, Berdevka Komîteya Civakî ya Kongra Star Gulistan Elî axivî.

Gulistan Elî diyar kir pêwîstî hebû komîteyek taybet bi jinan were avakirin û got;

Gelek komîteyên civakî yên giştî hebûn, lê ji bo jinan bi taybet ev komîte 2016’an hat avakirin.

Armanca vê komîteyê ew xebatên civakî û bi taybet ên jinan esas bigrin.

Gulistan dibêje gelek beşên komîteyê hene.

Gulistan da ji bo mafê zarok jî komîteyek hatiye avakirin û weke komîn jî wan taxat de birêxistin dikin.

Gulistan Elî: Sala nû em ê ji bo jin û zarokan projeyên nû ava bikin

Gulistan anî ziman çiqas em karibin zihniyeta civakê biguherin û fikrê Neteweya Demokratîk pêk wînin wê ewqas wê parastina wan çêbibe û got;

Demên pêş de wê ji bo jin û zarokan projeyên nû bên pêşxistin.

Back to top button