
Li dijî tecrîda li ser Rêber Apo û rewşa li girtîgehên Tirkiyê, nerazîbûn zêde dibin. Dayîkên li Bakurê Kurdistanê gotin; “Heta Tecrîda li Îmraliyê bi dawî nebe wê Tirkiye jî tecrîdkirîbe û xwest deriyên Îmraliyê bên vekirin.
Her diçe nerazîbûn û bertekên li dijî tecrîda li ser Rêber Ocalan zêde dibin.
Ev tecrîd li Tikriyê û Bakurê Kurdistanê weke rêbazeke nû li dijî gel tê meşandin.
Li dijî vê dayîkên li Bakurê Kurdistanê derbarê tecrîd û binpêkirina mafan de axivîn û diyar kirin tecrîd li her qadên jiyanê tê meşandin.
Rêvebera Komeleya Piştevanî û Alîkariya bi Malbatên xizmên xwe wenda kirine (MEBYADER)û xizma girtiyan Halîme Topuz anî ziman divê hemû dayîk daxwaza hiqûqê bikin.
Xizma girtiyan Meryem Turhan: Em li mala xwe jî tecrîdê de ne
Xizma girtiyan Meryem Turhan jî diyar kir ew li mala xwe jî di tecrîdê de ne û got;
Xizma girtiyan Fevzîye Kolakan: Divê ti kes zilma li dijî girtiyan qebûl neke
xizma girtiyan Fevzîye Kolakan jî dibêje divê ti kes zilma li dijî girtiyan qebûl neke.