Avram Noam Chomsky: Kurdan di şerê navxweyî yê sûriyê de serketinên mezin bi dest xistin

Fîlozof û dîroknas Avram Noam Chomsky da zanîn, divê Kurd bi rengekî xweser bibin û dibêje, “Kurdan di nava şerê navxweyî ê Sûriyê yê tirsnak de xwe li ser pêyan girtin û serketinên mezin bi dest xistin.”Chomsk ji bo Kurdan hemuyan jî dibêje, Kurd xwedî nufuseke zêde ne û divê teqez xweser bibin.

Fîlozof û dîroknasê Amerîkî yê navdar Avram Noam Chomsky derbarê êrişên li ser Kurdan de ji rojnameya Yenî Ozgur Polîtîkayê re axivî.

Chomsky, bibîrxist ku kurd xwedî dîrokeke bi êş û azar in û got herî zêde jî li Tirkiyê zilm li Kurdan hate kirin.

Chomsky behsa salên 1990 kir û bi îro re anî ber hev û wiha dibêje,

“Di salên 1990’î de ji ber terora dewleta Tirk bi deh hezaran Kurd hatin qetilkirin, bi mîlyonan jî hatin koçberkirin.

Piştî ku zelal bû Yekîtiya Ewropayê Tirkiyê weke welatekî endam qebûl nake rejima Erdogan hê zêdetir êrişî Kurdan kir. Weke salên 1990’î wehşeteke zêde heye û li dijî herêmên Kurdan êrişên hovane hene.”

Chomsky bal kişande li ser rewşa Kurdan ya li Rojavayê Kurdistanê jî û da zanîn Kurdan di nava şerê navxweyî yê Sûriyê de ku bi salane dewam dike karibûn xwe li ser pêyan bigirin û wiha dewam kir,

“Rojava di şerê naxweyî yê tirsnak de xwe li ser pêyan girt. Vekişîna rêveberiya Trump ji hin herêman rê li ber êrişên dewleta Tirk vekir. Niha herêmên Kurdan di nava du dijminan de mane. Li aliyekî Tirkiye û li aliyê din rejima Esed.”

Noam Chomksy derbarê rewşa başûrê Kurdistanê de jî ev tespît kir,

“Herêma bakurê Iraqê heta astekê xwedî xweseriyê ye lê mixabin ji ber pevçûnên navxweyî, gendeliya zêde û tundiyê bi sazûmanî nebû. Bi rastî ev rewşeke bi êş û zehmete e.”

Chomsky destnîşankir ku Kurd xwedî nufuseke zêdeyî 25 mîlyon in divê teqez xweser bibin û got,

“Ji bo ku ev yek pêk were divê herêm bi pêş bikeve û ber bi entegrasyoneke hevpar de biçe. Çendî zêde baş nebe jî lê divê formeke entegrasyonê ya mîna Yekîtiya Ewropayê be.

Ewropa gelek ezmûnên bi êş re derbas bû, di asta tê xwestin de nebe jî pêşketinên mezin bi dest xist.”

Avram Noam Chomksy da zanîn ku sîstema dewleta netewe bi dare zorê li ser gelên herêmê tê ferzkirin û bi vê jî welatên emperyalîst dixwazin herêmê bixin bin kontrola xwe.

Back to top button