Şehîd Xebat Dêrik di 11. salvegera xwede li ser gora xwe hate bîranîn. Şêniyên navçeyên Girkê Legê û Dêrikê ji bo bîranînê herikin goristana şehîd Xebat a Dêrikê.
Endamên saziyên sivîl, Meclisa Malbatên Şehîdan, şandeya Desteyên Rêveberiya Xweser û Şêniyên navçeyên Dêrik û Girkê Legê herikîn Goristana Şehîd Xeba a li Dêrikê.
Di merasîmê de li ser navê malbatê biraziyê şehîd Xebat Dêrik, Şivan Mihemed axivî û di kesayeta şehîd Xebat de hemû şehîdên azadiyê bi bîr anîn.
Şivan Mihemed pêwîstiya şopandina rêya şehîdan anîz ziman û got: “Divê gelê me li ser bingeha fikir û felsefeya rêber Abdullah Ocalan xwe bi rêxistin bike û ala azadiyê bilind bike.”
Şivan Mihemed soza şopandina rêya şehîdan da.
Di dawiyê de beşdaran baqên gulan danîn ser gora şehîd Xebat Dêrik.