Sergey Lavrov: Kurdên di komîteya destûra bingehîn a Sûriyê de cîh digrin nûnertiya hemû Kurdan nakin

Wezîrê Karên Derve yê Rusya yê Sergey Lavrov da zanîn Kurdên ku di Komîteya Destûra Bingehîn a Sûrîyê de cîh digrin, nûnertîya hemû Kurdan nakin.”

Wek tê zanîn, ji bo çareserîya alozîya Sûrîyê, gelek caran alîyan li ser Destûra Bingehîn a Sûrîyê li hev civîyan e û hê jî dicivin.

Di Komîteya Destûra Bingehîn de hevkarê Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ENKS jî ku bi ti awayî nûnertîya Rojava nake, cîh digre.

Lê heta niha jî Rêveberiya Xweser beşdarî van danûstandinan nehatiye kirin.

Wezîrê Karên Derve yê Rusya Sergey Lavrov ku di civîna salane ya çapemeniyê de axivî jî îşaret bi Komîteya Destûra Bingehîn a Sûrîyê kir û got:

“Niha li Sûriyê pirsgirêka Kurd yek ji astengiyên li pêşiya pêkanîna danûstandinên berfirehe. Di nava Komîteya Destûrê a Sûriyê de Kurd hene lê nûnertiya hemû Kurdan nakin.”

Back to top button