
Bi sedan endamên Yekitiya Ciwanên Êzidî ya Efrînê li Şehbayê bi meşekê fermandarê YBŞ’ê Zerdeşt Şengalî ku 15’ê Çileya 2020’an şehîd bûbû, bi bîr anîn.
Meş li gundê Babinis ê navçeya Ehdasê ya Şehbayê destpêkir û li qada stada Babinisê veguherî mîtîngê.
Endamên Yekitiya Ciwanên Êzidî Esad Seydo û Xedîce Hemo daxuyaniya yekitiyê xwend.
Di daxuyaniyê hat gotin: “Civaka Êzidî, ji kevntirîn civakên Mezopotamyayê ye.
74 ferman li dijî wê ji aliyê dewleta Tirk û Împaratoriya Osmanî ve pêk hatine, herî dawî jî komkujiya DAIŞ`ê ya sala 2014`an pêk hat.
Bi berxwedana Hêzên Parastina Gel (HPG) Êzidî ji komkujiyê xilas kirin.
Dewleta Tirk kesayet û fermandarên Êzidî kirin hedef û di encamê de fermandar Zerdeşt Şengalî şehîd bû.”
Di dawiya de ciwanan soza şopandina rêya şehîdan û pêkanîna armancên wan da û bang li civata navneteweyî, NY û rêxistinan kir ku li hember êrişan bêdeng nemînin.