Çalakiya Nobeta Edaletê a li Baroya Amedê di roja 60. de dewam dike

Rewşa girtiyên nexweş ên di zindanên Tirkiyê de giran dibe. Malbatên girtiyan ên li Baroya Amedê ku ji bo girtiyên nexweş Nobeta xwe ya Edaletê dewam dikin û gotin: “Em ê li her derê, berxwedana xwe bidomînin.” TJA’yê ji bo piştgiriya malbatan bike li bajarê Stenbolê çalakiyek li dar xist.

Rewşa girtiyên nexweş ên li girtîgehên Tirkiyê her diçe girantir dibe.

Çalakiya Nobeta Edaletê ya malbatên girtiyan li avahiya Baroya Amedê dane destpêkirin, di roja 60’emîn de dewam dike.

Xizma girtî Încî Guler, hevdîtinên ku li Enqereyê bi sazî û dezgehên cuda re kirin bi bîr xist û wiha got:

“Hin soz hatin dayîn lê em hê jî li bendê ne, ji ber ku xizmên me bêsûc in.

Tevî ku cezayên wan xelasbûne jî înfazên wan tên şewitandin, ev yek nayê qebûl kirin.

Tundî û îşkenceya li girtîgehan her ku diçe zêde dibe. Em bibin dengê girtiyan.”

Xizma girtî Reşahat Ada jî xwest ku zarokên wan bên dermankirin û diyar kir ku ew ê li her derê li pêş edliyeyê, li kolanan berxwedana xwe bidomînin û dest ji nobeta xwe bernedin.

Fewziye Kolkan jî da zanîn ku rewşa girtiyên nexweş giran e û ev yek anî ziman:

“Bila zarokên me li wan odeyên karantînayan jiyana xwe ji dest nedin.”

Yek ji xizmê girtî Nûray Abay jî daxwaza xwe ya berdana girtiyên nexweş dubare kir û wiha axivî:

“Em naxwazin cenaze derkevin. Girtiyên ku înfazên wan hatine şewitandin berdin. Ev ne edalet e.

Tevî ev zilma ku li me tê kirin jî em dest ji Kurdbûyîna xwe bernadin.”

TJA ji bo piştgiriya malbatên girtiyan bike çalakiyek li darxist

Her wiha Tevgera Jinên Azad- TJA’yê ji bo piştgiriyê bide çalakiya malbatên girtiyan li avahiya Navenda Çanda Mezopotamyayê ya navçeya Beyoglûya Stenbolê çalakiyek li dar xist.

Di çalakiyê de aktîvîsta TJA’yê Zekiye Îlbasan axivî û bal kişand li ser zilm û zora li girtîgehan û wiha got:

“Ji bo em bibin dengê girtiyan û moral bidin malbatên girtiyan me îro ev çalakî li dar xist.”

Xwişka Omer Dag ê li Girtîgeha Balikesîrê tê ragirtin, Gulşen Dag jî ev yek anî ziman:

“Em diçin girtîgehan zordariyê li me jî dikin. Em ve yekê qabûl nakin. Heta kengî wê ev zilm û zordestî bidome û ciwanên me li girtîgehan bimirin.

Daxwaza me ew e ku hemû girtiyên nexweş û girtîyên me werin berdan.”

Di dawiyê de dengbêj Xalîde stran gotin û malbatan bi tilîlî û çepiken tevlî stranan bûn.

Back to top button