7 sal li ser damezarandina Meclisa Xweser a Şengalê re derbas bûn. Bi vê boneya Melisa Rêveberiya Xweser civînek li dar xist. Di dawiya civînê de bang li hikûmeta Iraqê hat kirin ku li hemberî lîstika Dewleta Tirk û PDK’ê ya li ser Şengalê hişyar be û xweseriya Êzîdiyan qebûl bike.
Bi boneya salvegera 7’emîn a damezrandina Meclisa Xweser a Şengalê, Rêveberiya Xweseriya Demikartîk a Şengalê civînek li dar xist.
Civîna ku bi beşdariya tevahiya endamên Meclisê li komalgeha Duhla hate lidarxistin.
Hevserokê Meclisa Xweseriya Şengalê Haşim Hecî di destpêka civînê de axivî û got, di sala derbas bûyî de gelek berdêl hate dayîn û banga bilindkirina têkoşîna civaka Êzîdî kir.
Piştre, rapora xebatê a Desteya Rêveber a Şengalê hate xwendin û nirxandin li ser rewşa siyasî û kar û xebatên desteyê hatin kirin.
Di nirxandinan de planên tasfiyekirina Rêveberiya Xweser a Şengalê û hewldanên şikandina îradeya civaka Êzidî hatin nirxandin.
Heso Ibrahîm: Ji bo Xweseriya Şengalê em gav bi paşde navêjin
Di dawiya civînê de li ser navê Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê Cîgirê Hevserokatiya Meclîsê Heso Ibrahîm daxuyanî da.
Heso Birahîm da zanîn meclîsa damezrîner bi 27 endaman dest pê kir û di nav dorpêç û êrîşên çeteyên DAIŞ’ê de bingeha meclîsa gel hate danîn, îro jî 27 meclîs hatine avakirin.
Ibirahîm pêşengên civaka Êzidî yên hatine şehîdxistin bi bîr xist û wiha got:
“Biryara me ew e ku emê şopdarê şehîdan bin û heya xweseriya Şengalê em ê paş ve gav navêjin.
Biryara me ew e ku kesê xiyanetê li Şengalê bike ew ê bêhesab nemîne.
Emê wan kesan derxin pêşberî gelê xwe.”
Cîgirê Hevserokatiya Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê Heso Brahîm îşaret bi hevkariya PDK’ê bi Dewleat Tirk kir û ev bang li hikûmeta Iraqê kir:
“Em bang li Iraqê dikin ku neyê lîstika dewleta Tirk û PDK’ê.
Bila Êdî mafê welatîbûna vî gelî qebûl bike.
Êdî wê gelê me van tiştan bêbersiv nehêle.”