Li Dêrikê malek ji ber teqîna cereya gazê şewitî

Buyerên bi vî rengî gelek caran rû didin ..

Dibe ku her kes ji tiştên wiha baldarbin ..

Duh Di encama teqîna cereya gazê li maleke Dêrikê de şewat çêbû.

Ji ber wê welatiyek bi giranî şewitî û zirarên mezin bi malê çêbûn.

Li gor agahiyên ku hatine bidestxistin Duh Li maleke Dêrikê cereya gazê teqiya.

Di encamê de welatiyê bi navê Remedan Mihemed (56) bi giranî şewitî.

Remedan Mihemed bo Nexweşxaneya El-Wetenî ya Hesekê hat rakirin.

Bi wê re Hêzên Hawarî û Hêzên Asayîşê berê xwe da cihê bûyer û agir vemirandin.

Back to top button