Rejîma faşîst a Îranê li Banê kolberek kuşt

Li nava sînorên ku dagirker datînin kurd nikarin bazirganiyê bikin ..

Dagirker bazirganiya kurdan qacax dibînin ..

Geh îran û geh dewleta tirk kurdan bi van behaneyên xwe dikujin ..

Duh hêzên rejîma Îranê komek kolberan gulebarankirin di encamê de kolberek jiyana xwe ji dest da, kolberek jî birîndar bû.

Doh êvarê li herêma sînorî ya bajarê Bane yê Rojhilatê Kurdistanê çekdarên Îranê gule li komek kolberan reşand.

Di encama vê gulebaranê de kolberê bi navê Mêhran Rehmanî (24) ku 2 sal bû zewicî bû jiyana xwe ji dest da.

Û kolberek din ê bi navê Îbrahîm Rehmanî (45) jî birîndar bû.

Her du kolber xelkê gundê Menîclan a Bane ne.

Her wiha hat diyarkirn ku çekdarên Îranê di demekê de gule li kolberan reşandinde ku ti barekî wan tûnebûye.

Back to top button