Li Sêmalka çalakî 103 roj in didome lê PDK bersiva malbatan nade

Zêdeyî 3 meh in malbatên gerîlayên şehîd li Sêmalkayê li hêviya wegirtina cenazeyan in lê hîna jî PDK’ê bêdeng e.

Çalakiya konvedanê ya malbatên gerîlayên şehîd li Sêmalkayê di roja 103’an de bê navber dewam dike..

Tevî vê jî heta niha PDK’ê cenaze radest nekirine û ti bersivek jî nedaye malbatan.

Li şûna ku PDK’ê bêje şehîdên Kurdistanê ne û bi piştgiriya malbatên wan bike, deriyê sînor di rûya wan de girt.

Lê tevî girtina deriyê sînor û li gel sermaya zêde jî malbat di dewamkirina çalakiya xwe de bi biryar in.

Şêniyên herêmê jî rojekê malbat bi tenê nehiştine û rojan e ji herêmê şênî berê xwe didin Sêmalka û dengê xwe tevli yên malbatan dikin.

Back to top button