Êla El-Bû Xemîs: Em li gel Rêveberiya Xweserin

Êla El-Bû Xemîs a herêma Tebqayê bi daxuyaniyekê idîayên “Çareserkirin û Lihevkirin” a hikûmeta Şamê red kir û diyar kir ku ew ê li dijî kesên ku dixwazin ewlehiya li herêmê têk bibin li gel QSD’ê têbikoşin.
Endamê Meclisa Rûspiyên Êla Welde ya Reqayê şêx Lorans Borsan jî anî ziman ku ger hikumet bixwaze lihvkirin pêk bê bila bi rêya diyalogên Sûrî-Sûrî bike. 

Li dijî idîayên “Çareserkirin û Lihevkirin” a hikûmeta Şamê gelek bertek derketin.

Êla El-Bû Xemîs li Tebqayê li dijî van gotegotan daxuyaniyek da, ev yek red kir û got: “Em neketin û nakevin xefka van fitneyan.

Dixwaze bi rêya van fitneyan navbera gel û Rêveberiya Xweser tevliheviyan derxîne.”

Êla El-Bû Xemîs piştrast kir navbera wan û Rêveberiya Xweser de tu pirsgirêk tune ne.

”Ji ber ku rêveberiyeke ji şêniyên vê herêmê hatiye avakirin û em xwe bi xwe rêvedibin.”

Dawiyê de Êla El-Bû Xemîs teqez kir ku ew ê li dijî kesên ku dixwazin ewlehiya li herêmê têk bibin li gel QSD’ê têbikoşin.

Şêx Lorans Borsan ev ‘Lihevkirin’ red kir

Endamê Meclisa Rûspiyên Êla Welde ya Reqayê şêx Lorans Borsan jî derbarê mijarê de ji ANHA’yê re axivî.

Lorans Borsan ev “çareserî û lihevkirin” bi şiklî bi nav kir û diyar kir ku eger hikûmeta Şamê bixwaze lehvkirin pêk bên bila bi rêya diyalogên Sûrî-Sûrî pêk bîne.

Li ser helwesta wan a li hember van gotegotan ev tişî anî ziman:

”Şêx û rûspiyên eşîrên herêmê ji bo vê yekê civîneke li mêvanxaneya Şêxê qebîleya Efadîla, Hiwêdî El-Şilaş li dar xist.

Di civînê de rûspiyan ev “lihevkirin” red kirin, her wiha xwestin ku lihevkirin ji bo çareseriyeke giştî ji aloziya Sûriyê re be.”

Dawiyê de şêx Lorans Borsan anî ziman ku bila kes bi van îdiayan neyê xapandin ji ber nakeve xizzmeta gel de.

Back to top button