HPG: LI BARZANÊ 6 LEŞKER HATIN KUŞTIN

Li dijî dagirkeriya dewleta tirk ya bakur û başûrê kurdistanê gerîlayên HPG û YJA Starê çalakiyên xwe zêde kirine.
Gerîlayanli dijî leşkerên Tirk ên li Barzanê çalakiyek pêk anîn.
Di çalakiyan de bi qasî hate zelalkirin 6 leşker hatine kuştin.
Artêşa tirk a dagirker a ku li dijî şerê gerîla nav hev ketiye vê carê bi awayekî bê ser û ber qadên sivîlan bombebaran dike.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser çalakiyên gerîla û êrîşên artêşa Tirk daxuyaniyek da.

HPG’ê ev agahî parvekirin:

“Di çarçoveya pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Bager û Şehîd Ronya de gerîlayan 14 Gulanê li dijî dagirkeriya Tirk yên ku li Tepê Xwedê ya herêma Barzanê bi cîh bibûn çalakiyek pêk anîn.

Di vê çalakiyê de 4 leşkrên Tirk hatin kuştin û leşkerek jî birîndar bû.

Heman rojê gerîlayan li dijî leşkerên ku bi helîkopterên Skorsky ku leşker didanîn herêmê, çalakiyek sabotajê pêk anîn, 2 leşker hatin kuştin û leşkerek jî birîndar bû.

Navenda Ragihandin û Çapemenî ya HPG’ê li ser êrîşên hewayî yên artêşa dagirker jî ev agahî da;

Artêşa Tirk a dagirker bê ku cudahî bixe nava sivîl-gerîla de êrîşên xwe didomîne.

14 Gulanê artêşa dagirker li herêma Barzanê wesayta sivîlê bi navê Kazim Elî bombebaran kir.

Di êrîşê de şêniyek hat qetilkirin.

Artêşa dagirker bi zanabûn sivîlan dike hedef û wan qetil dike.

Bi van êrîşan dixwazin gelê me yên Başûr bitirsînin.

Gelê me bi sekna xwe li dijî van êrîşan li her derê li dijî hemû hêzan bersiva pêwîst dide.

Em wek Hêzên Parastina Gel ên Kurdistanê, ti êrîşên li ser sivîlan bê encam nahêlin.

Li ser vî bingehî em sersaxiyê ji malbat Kazim Elî û gelê me yê Başûrê Kurdistanê re dixwazin”.

LI AMEDIYÊ
WESAYTEK ARTÊŞA TIRK A DAGIRKER TEQIYA

Li aliyê din li bajaroka Sersingê ya navçeya Amêdiyê, di dema derbasbûna wesayîtek ku leşkerên artêşa dewleta Tirk a dagirker têde bûn, teqîn pêk hat.

Li gorî çavkaniyên herêmî di teqînê de kuştî û birîndar çêbûne.

Piştî teqînê balafirên şer ên artêşa Tirk derdora bajaroka Şeladizê bombebaran kir.

Leave a Reply

Back to top button