Mistefa Îto: Dewleta Tirk sivîlan dike hedefa êrişan

Hevserokê Meclisa Kobanê Mistefa Îto diyar kir ku dewleta Tirk sivîlan dike hedefa êrişên xwe.

Derbarê êrişên dewleta Tirk ên li dijî herêmê Hevserokê Meclisa Kobanê Mistefa Îto ji ANF’ê re axivî û got:

”Zarok Ebdo ê ku di êrişa li dijî Kobanê xwe lingê wî hat qutkirin ji bo ku bijî li ber xwe dide.

Ma vî zarokî çi gef li ewlehiya dewleta Tirk dixwar, dewleta Tirk bi zanebûn sivîlan dike hedef. Dixwaze gel çavtirsandî bike.”

Mistefa Îto anî ziman ku Rûsya, Koalîsyona Navnetewî û DYE bi bedgiya xwe hêzê didin Tirkiyê, ew jî berpirsên van êrişan in.

Dawiyê de Mistefa Îto piştrast kir ku wê gelê herêmê li gel her cûre êriş dê li ber xwe bide û axa xwe bernede.

Back to top button