Salvegera 2. A şehadeta Zeredeşt Şengalî

Îro 2. salvegera şehadeta Feramandar Zerdeşt Şengalî ye.

Di vê derbarê de Rêveberiya Xweser a Şengalê daxuyaniyek da û Feramandar Zerdeşt bîr anî.

Rêveberiya Xweser a Şengalê di daxuyaniya xwe de got:

”Fermandar Zerdeşt ji bo rêxistinkirina civaka Êzidî ji despêka Feremana 2014’an ve pêşengtî kir.

Ji bo ku tola jinên Êzidî yên dîl ketibûna destê çeteyan de hilîne, li gelek qadan têkoşîn kir.

Dijmin û hevkarê DAIŞ’ê ew li hemberî pilanên xwe ên li dijî Şengalê, xeter didîtin, lewma bû hedefa wan.

Rêveberiyê di daxuyaniya xwe de bal kişand ser bêdegiya Iraqê li hember vê êrişê û ev tişt anî ziman:

Ev êriş di bin serweriya Iraqê de pêk hat, wek herê car jî Iraq bêdeng ma.

Ev diyar dike ku êriş bi agahiya wan pêk hatiye.

Rêveberiyê careke din sersaî ji tevahî gel re xwest û bi van gotinan daxuyaniya xwe bi dawî kir:

”Raste Zerdeşt, Seîd, Merwan û bi dehan hevalên me şehîd bûn.

Lê niha bi hezaran keç û xortên me li ser xeta wan têkoşîna wan dewam dikin.”

Back to top button