Rûsya: Sebra me nema, em vê heftê li benda bersivê ne

Welatên Rojavayê ji ber zêdekirina leşkerên Rûsya li ser sînorê Ukraine nerazî ne.  Rûsya jî bi fikare ku NATO hewl dide hêza xwe ku Ewrûpaya Rojhilat zêde bike. Ji ber van sedema herdû alî hatine pêşberî hev. Rûsya bi gotina; Êdî sebra me nema, NATO hişyar kir.

Rûsya îdîa dike ku NATO hêza xwe a li Ewrûpaya Rojhilat zêde dike.

Û ji ber vê li vê herêmê hejmara ji welatên berê yên Sovyetê hene, Mosko vê tevgera NATO weke gefa li ser ewlekariya xwe dibîne.

Herî dawî Sekreterê NATO Jens Stoltenberg (Yens Stoltenberg) roja Çarşema derbasbûyî piştî hevdîtina li gel Konseya Rsûyayê wiha gotibû;

Em ê daxwazên Mosko bicih neyînin.

Di mijara daxwaza endametiya NATO’yê ya Ukraine de jî mafê Rûsya ê vetoyê tineye.

Seroka Şandeya Amerîkayê Wendy Sherman (Wendî Şîrman) jî gotibû,

Daxwaza rawestandina beferehbûna NATO wê neyê qebûlkirin

Li hemberî van helwestan;

Wezîrê Karê Derve ê Rûsyayê Sergey Lavrov diyar kir ku ji bo cara dawî ew li bendê ne hefteya pêş Amerîka û NATO bersivê bidin daxwazên wan û got;

Divê were zanîn ku sebra me ne bê sînor e.

Lavrov doh bi daxuyaniyekê careke din daxwazên Rûsyayê dûbare kirin û wiha dewam kir:

Bicihanîna daxwazên me ji bo çareserkirina aloziya li Ukraine xwedî girîngî ye.

Tevgera NATO li nêzî sînorên Rûsyayê gefa li ser ewlekariya me ye.

Êdî di vî warê de sebra me nemaye.

Back to top button