Êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li ser herêmê roj bi roj zêde dibin… Dewleta Tirk a dagirker rêya M4, Kampa Eyn Îsa û gundên Şehbayê topbaran kirin.
Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê rêya M4, Kampa Eyn Îsa û gundê Mieleq ê Eyn Îsa topbaran kirin.
Hemwextî topbaranê, balafirên bêmirov ên dewleta Tirk a dagirker li ser navçeyê jî geriyan.
Dagirkeran êrişî gundê Bêlûniyê yê Şehbayê kirin
Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê gundê Bêlûniyê yê Şehbayê jî topbaran kirin.
Balafirên keşfê yên dewleta Tirk a dagirker ji saetên sibehê ve li ser asîmanê Kobanê û bajarokê Sirînê geriyan.
Dewleta Tirk duh di derengiya şevê de gundê Rebîat û Til Werd ên Zirganê û gundên El-Eboş û Dirdara yê bakurê Til Temirê jî topbaran kirin.