Efrîn..Li navenda çeteyan ya li Cindirêsê teqîn pêk hat

Dagirkeran welatiyekî din ji navçeya Raco a Efrînê revandin. Li navçeya Cindirê jî teqînek pêk hat.

Îro teqînek li navendeke çeteyên dewleta Tirk a dagirker ya li navçeya Cindirêsê pêk hat. Hate gotin ku di encamê de kuştî û birîndar hene.

Derbarê sedem û encama teqînê de agahiyên zelal nehatin bidestxistin.

Çeteyan sivîlek cara sêyemîn revandin

Her wiha çeteyên dewleta Tirk ji navçeya Raco ya Efrînê Sebrî Menan Reşo yê 38 salî revandin.

Sebrî ji gundê Derwîş e û ji ber firina Ebû Îmad hat revandin.

Çeteyan ew birin cihekî ne diyar û heta niha çarenûsa wî nayê zanîn.

Hate ragihandin beriya niha jî çeteyan du caran ew revandibûn û ji bo serbest were berdan 6 hezar û 500 dolar fîdye dabû.

Back to top button