Hêzên Asayîşê li Reqayê 4 diz girtin

Hêzên Ewlekariya Hundirîn li bajarokê El-Hezîma yê Reqayê 4 diz girtin.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn îro li ser malpera xwe ya fermî daxuyaniyek weşand û ev agahî dan:

“Di berdewama xebatên Nivîsgeha Têkoşîna li dijî Sûcên Birêxistinkirî yên şopandina gendeliyê de, hêzên me 4 kesên ku dizî kirin girtin.

Bi wan re çek û gelek tiştên ku hatine dizîn girtin.

Di encama lêpirsînê de her çar kes li xwe mikur hatin.

Her wiha tiştên bi wan re hatî girtin ji dadgehêre hate şandin.

Hêzên Asayîşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê operasyonên hefteyên borî de jî li bajarên cuda yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê gelek diz girtin.

Back to top button