Rêveberiya Xweser a Efrînê: Em ê têkoşîna rizgarkirina Efrînê bidomînin

Rêveberiya Xweser a Efrînê ji ber salvegera êrişên dagirkeriyê daxuyaniyek da û ragihand ku ewê berxwedana xwe ya rizgarkirina Efrînê bidomînin.

Dewleta Tirk a dagirker beriya 4 salan 20’ê Çileyê bi piştgiriya hêzên navnetewî li dijî Efrînê êrişa dagirkirinê da destpêkirin.

Piştî berxwedana gelê Efrînê û şervanên wê ya du mehan bajar hat dagirkirin. Lê cîhan li hemberî vê dagirkeriyê bê deng ma.

Rêveberiya Xweser a Efrînê ji ber salvegera êrişên dagirkeriyê îro daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de, êrişên dewleta Tirk ên li ser Efrînê û bêdengiya navnetewyî li hember hovîtiya dewleta Tirk û çeteyên hat şermezarkirin.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin piştî ku bajar hat dagirkirina sûc û kiryarên dewleta Tirk û çeteyên wê ên mîna kuştin, talankirin, dest avêtin, revandin û wêrankirina xwezaya heta roja îro berdewam dike.

Di dawiya daxuyaniyê de, hat diyarkirin ku ew ê berxwedan û tekoşîna xwe ya heta rizgarkirna Efrînê bidomînin.

Back to top button