Li wargeha Mexmûrê girtina mamosteya Kurdî Zara Mihemedî hat şermezarkirin

Li dijî girtina mamosteya zimanê kurdî Zara Mihemedî û zextên li hemberî ziman, li Wargeha Penaberan a Mexmûrê daxuyaniyek hat dayîn û hate diyar kirin ku divê hemû hewldan ji bo fermîkirina zimanê kurdî û perwerdeya bi zimanê kurdî be.

Derbarê girtina Zarayê û zextên li hemberî zimanê kurdî de li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) daxuyaniyek hat dayîn.

Daxuyanî ji hêla mamoste Sedîq Benek ve hat xwendin û hate gotin:

Her netewek bi zimanê xwe tê naskirin. Li Tirkiyê û Kurdistanê perwerdeya bi zimanê kurdî û stranên bi kurdî wekî tawan tê bidestgirtin.

Her wiha li Rojhilatê Kurdistanê mamoste Zara Mehemedî ji ber ku waneyên zimanê kurdî daye zarokan 5 salî cezayê zîndanê lê hat birîn.

Em weke qada perwerda ya Mexmûrê bang li Gelê Kurd û saziyên civaka sivîl dikin ku divê hemû hewldan ji bo fermîkirina zimanê kurdî û perwerdeya bi zimanê kurdî be.

Back to top button