KJK: Polîtîkayên qirker û bişaftinê bi hêza hevbeş a civakê pûç bikin

Komîteya Perwerdê ya KJK’ê diyar kir ku çalakiya “Ez mafê perwerdeya xwe ya Kurdî dixwazim” çalakiya herî bi rûmet a xwedî derketina li ziman, çand, azadî û demokrasiyê ye. KJK’ê got divê li dijî her cureyê polîtîkayên înkarker, qirker û bişaftinê yên li dijî hebûn, çand û zimanê Kurdî tên pêşxistin, jin û gelê Kurd rabin ser piyan.

Komîteya Perwerdê ya KJK’ê derbarê çalakiyên ‘Ez mafê perwerdeya xwe ya Kurdî dixwazim’ daxuyaniyeke nivîskî weşand.

KJK’ê balkişand dijminatiya li dijî zimanê Kurdî u diyar kir Ev biryar, li hemberî zimanê Kurdî, hebûn û nasnameya Kurdan biryareke siyasî ya bê dad, bê huqûq û înkarkirina Kurda ye.

KJK’ê got

Mafê perwerdeyê ku ji bo her gelekî, her civakekê cihêrengiya çandî, hebûn û nasnameyê îfade dike, mafeke jiyanî ye. Rêber Apo bi zimanek herî safî û zanistî dibêje; “Perwerde, ezmûnên xwe yên civakî bi awayê zanyariyên teorîk û pratîk bi endamên xwe, taybet bi ciwanên xwe dide fêmkirin”.

KJK’ê da xuyakirin ku çalakiya “Ez mafê perwerdeya xwe ya Kurdî dixwazim” mafekî girêdayî hebûnê ye û wekî çalakiya herî bi rûmet a xwedî derketina li ziman, çand, azadî û demokrasiyê bi pênasekir.

KJK: Perwerde ji bo civakê watedarbûna hebûn, azadî û nasnameyê ye

KJK’ê balkişand girtina mamosteya zimanê Kurdî Zara Muhemedî û diyar kir ku divê tevahî jin çalakiyên demokratîk ên cur bi cur pêş bixin û wiha anî ziman:

Her cureyê polîtîkayên înkarker, qirker û bişaftinê yên li dijî hebûn, çand û zimanê Kurdî tên pêşxistin, tên meşandin, divê li hemberî vê yekê gel û jin li ser biya bin.

Komîteya Perwerdê ya KJK’ê got, desthilatên netewe-dewletê yekdestdariyên xwe yên li ser tevahî zarok û ciwanên civakê, destpêkê bi rêya perwerdeyê dihonin.

Mafê perwerdeya civakê, mafekî pêkanîna wê herî zehmet e. Tiştê pêşî li vê bigire û asteng bike, tenê hişmendiya Modernîteya Demokratîk e, bi îradeya kolektîf aqilê civakî yê ekolojîk, azadîxwaziya jinê, mafê perwerdeya civakê bidestxistine. Ev jî, dema em di her qadekê de li mafên xwe yên gerdûnî xwedî derkevin, wê gengaz be.

Back to top button