Oldarên Kobanê bang li civaka navnetewî kir ku li ber terora dewlet Tirk rabin

Nerazîbûn û çalakiyên li dijî êrişên dewleta Tirk û çeteyên wê ên li ser herêmê û bi taybetî li ser Kobanê zêde dibin.. Welatiyên herêmê bang li civaka navneteweyî, dewletên garantor û saziyên olî yên cîhanê kirin ku, ji bo aramî li Sûriyê pêk were, êriş û terora dewleta Tirk rawestînin.

Çalakî û bertekên li dijî êriş û terora dewleta Tirk û çeteyên wê ên li ser herêmê û Kobanê dewam dikin.

Saziya Olî ya kantora Kobanê derbarê êrişên dewleta Tirk û çeteyên wê de daxuyaniyek da..

Daxuyanî li pêşiya navenda Saziya Olî ya li Kobanê ji aliyê hevserokê saziyê Ebdulrehman Şewket ve hat xwendin..

Di daxuyaniyê qala êrişên dewleta Tirk yên di demên dawîn de li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê, bi taybetî li ser Kobanê hat kirin û wiha hat gotin:

“Bi armanca valakirina herêmê, wekî ku li Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî kirin, dixwazin bi êrişan li Kobanê jî bikin..

Em bang li civaka navneteweyî, dewletên garantor Amerîka û Rûsya, rêxistinên mafên mirovan û rêxistinên mafên zarokan dikin ku van êrişên terorîst bisekinînin û bibin xwedî helwest..

Herwiha bang li saziyên olî yên cîhanê jî hat kirin ku sûcên Erdogan eşkere bikin.

Rêveberên Reqayê: Armanca êrişan Têkbirina aramiya herêmê ye

Hevserokê Meclisa Giştî ya Reqayê Luey El-Îsa balkişand ser kiryarên tirsonek a dewleta Tirk a dagirker li dijî şêniyên Kobanê û bi tundî şermezar kir…

Luey El-Îsa diyar kir ku li gel bêdengiya navneteweyî, dewleta Tirk a dagirker rêzesûcan li dijî gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê dewam dike..

Luey El-Îsa anî ziman ku divê civata navneteweyî destûrê nede dewleta Tirk a dagirker ku êrişî herêmê bike.

Endama Meclisa Giştî ya Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Feyrûz Xelîl jî êriş nirxandin û got:

“Armanca êrişên dewleta Tirk tirs û xofê bixe dilê şêniyan da ewlehiya herêmê têk bibe, xelkê koçber bike û paşê dagir bike..”

Feyrûz Xelîl işaret bi bêdengiya civata navneteweyî kir ku rê li pêşiya dewleta Tirk vedike ku sûc û komkujiyan li dijî herêmê pêk bîne..

Mistefa Êto: Ji bo aramiya Sûriyê divê pêşî li êrişan bê girtin

Hevserokê Meclîsa kantona Kobanê Mustefa Êto jî êriş şermezar kirin û bi vê pirsê dest bi axaftina xwe kir:

”Evdo ê çar salî ku di bombebarana dawî de lingê wî qut bû gef li çi ewlehiya dewleta Tirk xwar.”

”Ji êrîşan, Rûsya, Koalîsyona Navnetewî û DYE ya ku pêşengiya Koalîsyonê dike jî berpirs in.

Bi bêdengiya xwe hêzê didin dewleta Tirk.”

Êto da zanîn heta ku dewleta Tirk êrîşên xwe dewam bike, ji bo aramiya Sûriyê divê pêşî li êrişên dewleta bên girtin.

Back to top button