Zarokekî 15 salî yê ji Şehba mukir tê ku çawa hatiye xapandin

MÎT’a Tirk zarokan jî pereyan dixapîne û ji xwe re wekî sîxur bi kar tîne.. Zarokê bi navê Elî Ferhan yê ji Ehrezê mukir tê ku vîdyoyên cih û navendên ewlehiyê girtine û ev yek kesê bi navê Cûma jê xwestiye.

Dewleta Tirk bi riya sîxur û ajanên xwe li herêmê li pey planên cûda ye.

MÎT’a Tirk zarokan jî bi pereyan dixapîne û ji xwe re wekî sîxur bi kar tîne.

Li Şehbayê bi riya endamekî MÎT’ê zarokekî ji gundê Ehrezê yê 15 salî kirine sîxur û bi riya wî dîmen û fotoyên cih û navendên leşkerî û ewlehiyê girtine.

Zarokê 15 salî yê bi navê Elî Ferhan Ebdilezîz tîne ziman ku ji ber pere jêre lazimbûne ew bi kesê bi navê Cuma re xebitiye û wî jî jê xwestiye ku vî karî bike.

Her wiha Elî ferhan tîne ziman ku jê xwestine centeyê Heşîşê jî bibe Efrînê û ji wir derbasî Tirkiyê bike.

Elî Ferhan dibêje ku dema wî gotiye ew nema vî karî dike, sîxurê bi navê Cuma ew tehdîd kiriye…

 

Back to top button