Şêniyên Dêrazorê xwestin hêzên hikumeta Şamê ji herêmên wan derkevin

îro Şêniyên Dêrazorê bi xwepêşandanekê xwestin ku Hêzên hikûmeta Şamê ji herêmên wan derkevin.

Îro bi sedan şêniyên Dêrazorê yên ji herêmên El-Hesîniyê- El-Salhiyê, Hatla, Merat, Xeşam, El-Tabiyê û Mazlûm koçber bûne bi dirûşma “Mafê vegerê” xwepêşandanek li dar xist.

Piştê ku xwepêşandan veguherî mîtingê, daxuyanî bi zimanê Erebî û Îngilîzî hate xwendin.

Di daxuyaniyê de, şêniyan daxwaz ji hêzên Meclisa Leşkerî ya Dêrazorê û Koalîsyona Navneteweyî kirin ku hêzên hikûmetê ji gundê wan derxînin.

Ev jî, piştî ‘Lihevkirinên’ hikûmeta Şamê û saziyên xwe di 13’ê Çileya sala borî de li Dêrazor, Meydadîn û El-Bûkemal kiriye, pêk hat.

Back to top button